Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê qedexekirina derbasbûna hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji deriyê sînor ê Fişxabûrê da ku beşdarî Festîvala Şanoya Kurdî ya Navneteweyî ya Seqizê bibin, şermezar kir.
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Yekitiyê anî ziman ku Festîvala Şanoya Kurdî ya Navneteweyî ya Seqizê ya 20’emîn ji 10 ta 14`ê Kanûnê li bajarê Seqizê yê rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin û wiha anî ziman:
Biryar bû ku hin kom û hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdarî çalakiyên festîvalê bibin, lê rayedarên deriyê sînor yê Fişxabûrê li Başûrê Kurdistanê rê nedan ku ev kom derbas bibin.
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê destnîşan kir ku qedexe bi hincetên burokrasiyê pêk hat û ew helwest wekî neheq û li dijî nirxên mirovî yên ku huner û şano li ser wan ava bûne, bi nav kir û got:
Ji ber ku şano qadeke ji bo diyalogê û pirek e ji bo hevgihîna gelan.
Hêsankirina tevgera hunermend û rewşenbîran helwesteke mirovî ye.
Em ê azadiya derbirînê û mijarê huner û wêjeyê biparêzin û piştgiriya wan bikin.



