Rayedarên herêmê ragihand ku li bajarê Asifî yê li perava Atlantîkê yê Fasê, ji ber baraneke dijwar a ji nişka ve, lehî rabûn.
Rayedaran da zanîn ku di encama lehiyê de 21 kesan jiyana xwe ji dest da.
Têkildaî mijarê desthilata Fasê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bajarê ku derdora 300 kîlometreyan li başûrê paytext Rîbatê di nava kêmî saetekê de bahozeke rabû, di encamê de lehî çêbû.
Desthilatê da zanîn ku di encama lehiyê de zirarên mezin ên mirovî û madî çêbûn, di encamê de 21 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ku destpêkê hatibûn parvekirin 32 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya bajar hatibûn veguhastin, piştî tedawiya pêwîst dîtin, ji nexweşxaneyê derketin.
Li gorî daneyên fermî jî derdora 70 mal û navendên bazirganiyê û gelek erebe di bin avê de mane.
Desthilata xwecih da zanîn ku xebatên lêgerînê li kesên dibe winda bûne, dewam dikin û tîmên awarte alîkariya bi malbatên mexdûr dike.



