Li herêmên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê sûcên revandin û kuştinê dewam dikin.
Li bajarê Humsê li taxa Wirod ya dibin kontrola Hêzên Hikumeta veguhêz de welatiyek hat kuştin.
Her wiha li Siwêdayê di nencama êrîşek dironê de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan welatiyê bi navê Mûsa Ehmed Îsmaîl (Ebû Emced) ê ku di belavkirina gazê li kolana 40 a taxa Wirod a Humsê de dixebite, hat kuştin.
Hat diyar kirin ku ev bûyer di danê sibehê de dema ku Mûsa Ehmed Îsmaîl li ber dikana xwe bû çekdarên nenas li ser motorsiklêtê siwar bûbûn gule avêtin wî.
Hêjayî gotinê ye ku Mûsa Ehmed Îsmaîl beriya niha rastî êrişa komên bi ser desthilata xwecihî ve hatibû.
Li Siwêdayê bi êrîşeke dronê 4 kes birîndar bûn
Her wiha Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dronekê li aliyê rojavayê bajêr da.
Di encama bombebaranê de 4 kes ji ber parçeyan birîdnar bûn û zirarên madî pêk hatin.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî diyar kir ku Hêzên hikumetê dirona 15.15ˊ bikar anî bûn.
Herî dawî Fermandariyê da zanîn ku hêzên wan amade ne bersiva her binpêkirinekê bidin.



