Fermandarê saziya ewlehiya hundirîn a girêdayî Tevgera Hemasê Ehmed Zemzem hat kuştin.
Wezareta Hundirîn a Xezayê diyar kir ku fermandar bi destê ajanên Îsraîlê bi talîmatên yekser hat kuştin.
Her wiha da zanîn ku kesekî tevlî hewldana kuştinê bûye hatiye girtin.
Çavkaniyekî ewlehiyê yê Îsraîlê jî di axaftina xwe ya ji radyoya Îsraîlê re got:
Tu têkiliya Dezgeha Ewlekariya Giştî ya Îsraîlê bi wê yekê re nîn e.



