Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Fransa hatin kuştin.
Her wiha di 23’ê Kanûna 2022’an de jî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî hatin kuştin.
Bi nêzbûna rojê çalakiyên bîranînê û şermezarkirinê destpê kirin.
TEV-ÇAND Parîsê ji bo merasîma bîranînê ya girseyî banga tevlîbûnê kir.
Çalakiyên îsal bi dirûşma “Heqîqet ji bo Edaletê” têne lidarxistin û amadekariyên wê destpê kirin.
Destpêkê wê di 23’ê Kanûnê salvegera 3’emîn a Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn de wê bîranînên girseyî bê lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de endamên TEV-ÇAND Parîsê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn .
endamên TEV-ÇAND ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniyê de bang li gel û dostan hate kirin ku tevlî çalakiyên îsal bibin.



