QSDˊê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di encama krîza dil de şehîd bûne aşkera kirin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em nasnameyên 2 şervanên xwe ku di encama nexweşiyên giran de dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn aşkera dikin.
Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan û hevrêyên wan û tevahî malbatên şehîdên me û diyar dikin ku dilsoziya bi fedakariyan şehîdan re wê metodeke me ya sabit bimîne. Têkoşîna me wê heta pêkanîna armancên wan ên avakirina welatekî ewle û aram ku ji teror û dagirkeriyê vala dewam bike.
Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav_Agirî
Nav û paşnav: Ehmed Xelef El Nasir
Navê dayikê: Emîra
Navê bav: Xelef
Cihê jidayikbûnê: Şedadê-Serab
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Nexweşxaneya Kîsra-krîza dil-12ˊê Kanûna 2025ˊan.

Nasnav: Bengîn Serêkaniyê
Nav û paşnav: Hisên Dawûd Xedîce
Navê dayikê Nefîsa
Navê bav: Dawûd
Cihê jidayikbûnê Qenter
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Nexweşxaneya Şehîd Sariya-krîza dil-13ˊyê Kantûna 2025ˊan.

Nasnav: Herekol Til Hemîs
Nav û paşnav: Malik Mihemd El Xelîl
Navê dayikê: Asya
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û dîroka şehadetê: Şam-emeliyeta dil-12ˊyê Kanûna 2025ˊan.”



