Hat ragihandin ku di nava 25 rojên borî de 271 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Daxwaz ji saziyên navdewletî hat kirin ku bibin dengê girtiyên Kurd û Îranî.
Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na got ku bêyî dadgehkirin û parastinê, ev kes hatine bidarvekirin.
Hat zanîn ku di nava vê heftiyê de, girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Ramîn Zile ku xelkê Urmiyê ye, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Her wekî ji aliyê Şaxa 26 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê li 6 girtiyên din ên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar hatiye birîn.
Dawiya daxuyaniyê bang li xelkê Îranê û saziyên navdewletî hat kirin ku bibin dengê girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn û piştgiriya malbatên girtiyan bikin.



