Li bajarê Girê Spî ev 4 roj in pirsgirêka nan xwe daye der.
Sedema wê jî, diziya ard ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve ye.
Çavkaniyên bajar ragihand ku piştî girtina piraniya firinan li Eyn El Erûs û Sulukê ên girêdayî Girê Spî, li bajêr û gundewarên derdora wê pirgirêka peydakirina nan zêde bûye.
Girê Spî ji dema ku di sala 2019`an ve ji aliyê çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di şert û mercên jiyanê yên dijwar de dijî, ji ber ku komên çete dest danîne ser binesaziya xizmetguzariyê.



