Artêşa Lubnanê bi daxuaniyekê ragihand ku 38 Sûrî ji ber gerandina “neqanûnî” di nav axa Lubnanê de hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan di serdagirtina mal û kampên Sûriyan de 38 Sûrî ku bi awayekî nerêkûpêk di nava axa Lubnanê de digeriyan hatin girtin.
Artêşê da zanîn ku du kes ji wan çek di destê wan de hebûn, ew jî hatin desteserkirin.
Her wekî destnîşan kir ku serdegirtin di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê yên li herêma Bekaayê البقاع û li ser sînorê Lubnan-Sûriyê de pêk hatin.



