Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 6 gerîlayên ku sala 2022’yan li Zapê şehîd bûne, bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku hevreyên wan bi berxwedan û ruhê fedaî yê Apoyî, Zap veguherandin keleha berxwedanê.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina têkoşîna hevreyên xwe yên şehîd da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anî.
HPG’ê da zanîn ku hevreyên wan Dengtav, Raperîn, Nûjiyan, Ronî, Bawer û Dilsoz di sala 2022’yan de li Zapê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me ji dil bi paradîgmaya xwişk-biratî û siberoja azad a Apoyî bawer kirin, tevlî nava refên PKK’ê bûn.
Weke zarokê Kurd û Ereb yên leheng, li çiyayên azad bi fedekariyek mezin têkoşiyan.
Ji bo parastina hebûna gel û pêkanîna azadiyê, li dijî her êrişê sîngên xwe kirin mertal.
Bi berxwedan û ruhê fedaî yê Apoyî, Zap veguherandin keleha berxwedanê
Hevrêyên me Mîrateyek ku tu carî nayê jibîrkirin li dû xwe hiştin.”
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina têkoşîna hevreyên xwe da.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Dengtav Gîvara
Nav û Paşnav: Mîlad Şerko Zerrîn
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Navê Dayik-Bav: Zeferan-Gaffûr
Cih û Dîroka Şehadetê: 26 Tebax 2022/ Zap

Nasnav: Raperîn Karaz
Nav û Paşnav: Sema Dalçîçek
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Hanim-Kadrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

Nasnav: Nûjiyan Egîd
Nav û Paşnav: Dilşa Ahmet
Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê
Navê Dayik-Bav: Emîne-Taha
Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

Nasnav: Ronî Çiya Alidaş
Nav û Paşnav: Ahmet Fûrkan Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Muslume-Hûseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

Nasnav: Bawer Qamişlo
Nav û Paşnav: Hasan Alî Alîso
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Navê Dayik-Bav: Vedha-Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap

Nasnav: Dilsoz Kobanê
Nav û Paşnav: Mûstafa Seydo
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik-Bav: Fuziye-Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Mijdar 2022/ Zap



