Doh Federasyona Navneteweyî FIFA alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê wek alîgirên herî baş ên cîhanê diyar kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi peyamekê tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir.
KNK’ê diyar kir, Bi helwesta alîgirên Zaxo Sporê ya di 13’yê Gulana 2025’an de, derket holê ku Gelê Kurd dikare bi exlaqên xwe, ji bo cîhanê bibe mînakek herî baş
KNK’ê destnîşan kir, bi wergirtina vê xelata di warê futbolê de, navê Kurd û Kurdistanê li seranserê cîhanê deng vedaye û got:
“Em weke KNK serok, rêveber, alîgirên Zaxo Sporê û hemû xelkê Kurdistanê ji bo wergirtina vê xelata bi nav û deng pîroz dikin.
Em hêviya serkeftinên zêdetir ji bo tîma futbolê ya Zaxo Sporê dixwazin.”



