Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Stenbolê bibîrbînin.
Herdê rojnamevan dê di salvegera 1’emîn a şehadeta xwe de werin bibîranîn.
(DFG) û (MKG) dê di 19’ê Kanûnê de li Şaxa Komeleya Mafên Miorovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyê bidin.
Civîn, dê saet di 11.00’ê de bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” were dayin.
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn 19’ê Kanûnê dema ku berxwedna Bendava Tişrînê dişopandin, ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatin herfgirtin û gihiştin asta şehadetê.



