Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî fermana bi tevahî ji bo qedexeya hemû tankerên petrolê yên Venezuelayî daye.
Çend roj piştî ku hêzên Amerîkî li peravên Venezuelayê tankereke petrolê desteser kirin, Trump li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha nivîsî:
“Îro min fermanek da ku hemû tankerên petrolê yên Venezuelayê, bi tevahî û berfireh bên dorpêçkirin.”
Trump teqez kir ku fîloya deryayî ya Amerîkî li herêma Karayîbê bi cih bûye, dê hebûna leşkerî ya Amerîka berfireh bibe, heta ku Venezuela hemû petrol, erd û hwd. ên ku berê ji Amerîka dizî ne vegerîne.
Maduro: Em Vîetnamayek din naxwazin
Hem wextê wê Maduro di civîna damezrîner a çîna karkeran li Caracasê de, çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê li Karayîban û desteserkirina tankereke petrolê ya Venezuelayê rexne kir.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku welatê wî 25 hefte ye di bin dorpêça leşkerî ya Amerîkayê de ye û got:
“Em Vîetnameke nû naxwazin.”
Maduro dibêje Amerîka, bi hincetên cûrbecûr, dixwaze Venezuelayê bikişîne nav senaryoyek mîna Lîbya, Afganistan û Iraqê.
Nicolas Maduro dest nîşan kir, welatê wî di bin êrîşeke piralî de ye, hikûmeta Amerîkayê bi “korsaniya deryayî” tawanbar kir û got:
“Parastina aştiya Karayîban û Venezuelayê di bingeh de parastina aştiya tevahiya cîhanê ye.
Em bang li hemû karkerên di sektora deryayî de ne rabin çalakiyên gerdûnî bikin.
Armanca me parastina azadiya bazirganiyê ne tenê ya Venezuelayê, lê ya tevahiya cîhanê ye.
Divê em li dijî kesên ku difikirin ku mafê wan heye, korsaniyê bikin şer bikin.”
Maduro bi bîr xist ku Amerîkayê li deryayên vekirî tankereke petrolê ya Venezuelayê desteser kiriye û destnîşan kir ku keştî 1.9 milyon bermîl petrola ji Venezuelayê kirî hildigirt û ev kiryareke zelal a korsaniyê bû.
Venezuelayê dosyaya desteserkirinên petrolê bir konseya ewlekariyê
Di heman demê de Venezuela, ji ber desteserkirina Tankeran ji aliyê Amerîka ve, gilînameyek ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand.
Di nameyê de hatiye destnîşankirin ku petrola desteserkirî beşek ji çalakiyek bazirganî ya rewa û birêkûpêk e li gorî qanûna navneteweyî.
Her wiha di nameyê de hatiye îdiakirin ku ev kiryar binpêkirinek eşkere ya rêziknameyên qanûnî yên parastina azadiya deryayî û bazirganiya navneteweyî ye.



