Îstîxbarata Îsraîlê,MOSSAD’ê ragihand ku Îran dixwaze bi peymanek sexte welatên cîhanê bixapîne.
MOSSAD dibêje Îran ger derfetê bibîne wê çeka Atomî çêbike.
Heman demê Îranê hemwelatiyek Swêdî bi hinceta sîxûrî ji Îsraîlê re kiriye girt.
Rêveberê MOSSAD’ê David Barnia li ser meseleya çekên Nukleerî yên Îranê axivî û diyar kir ku Tehran ger derfetê bibîne wê çekek nukleerî çêbike.
David Barnia hişyarî da û got ku Îran hewil dide bi çêkirina peymaneke sexte ya Nukleerî careke din cîhanê bixapîne.
Rêveberê MOSSAD’ê teqez kir, destûr nayê dayîn ku Tehran peymanek qels bicîh bîne.
Her wiha David Barnia got:
“Me destûr nedaye û em ê destûr nedin ku ‘peymanek xirab’ bi welatekî re were çêkirin ku xwe bi tunekirina Îsraîlê ve girêdaye.
Welatekî ku bi pêşxistina çekên nukleerî û dewlemendkirina uranyûmê heta asta bidestxistina qebiliyeta nukleerî ya leşkerî cîhanê xapandiye, gava ku derfetê bibîne, dê çekên xwe yên nukleerî çêbike.”
Di heman demê de David Barinia da zanîn ku, fikra berdewamiya pêşxistina bernameya nukleerî heta ku bigihîje bombeya atomî wê her di dilê rayedarên Îranî de lê bide.”
Swêdê girtina welatiyekî xwe li Îranê piştrast kir
Jikerema xwe re Suret bikar bîne
Li aliyê din Îranê kesekî ku xwedî nasnameya Îran-Swêdî bû, bi hinceta ku ajanê MOSSAD’ê ye girt.
Berteka Swêdê çend demjimêr piştî ragihandina dadweriya Îranê ya girtina kesekî Îranî-Swêdî hat.
Wezareta Derve ya Swêdê di daxuyaniyekê de ragihand ku rêxistin, li gel Sefaretxaneya Swêdê ya li Tehranê, bi malbata kesê girtî re di têkiliyê de ye û parêzerek wî heye ku xwe di dadgehê de biparêze.
Wezareta Swêd ji Îranê xwest ku demildest wî kesî serbest berdin.
Wezaretê da zanîn, Îran bi wan kiryaran rêzgirtina xwe ya li hemberî mafên mirovan dixe ber lêpirsînê.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Ji ber rêzgirtina li sirên konsulxaneyê û ji bo ku em rê li ber xebata xwe negirin, em ê hûrgiliyên din nedin.”
Li gel vê yekê dadweriya Îranê, ragihand ku biryara derbarê welatiyê dualî yê Îranî-Swêdî de dê di demek nêzîk de were dayîn, lê navê wî eşkere nekir.



