Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Dêrazorê 2 kesên ku madeyên hişbir bi wan re bûn destgîr kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên wan li kantona Dêrazorê, li xala kontrolê ya li ser pira di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de 2 kesên ku madeyên hişbir bi wan re hebûn, destgîr kirine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ew ê ji bo parastina civakê xebatên xwe yên li dijî madeyên hişbir dewam bikin.



