Platforma Saziyên Demokratîk li Amedê bi civîneke çapemeniyê danezana mîtînga “Hêvî û Azadiyê” eşkerekirin.
Mîtîng wê 4’ê Çileyê pêk were û banga tevlêbûnê hate kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, gelek parlementer, nûnerên saziyên pêkhateyên Platformê, Hevşaredara Amedê Serra Bucak, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di danezanê de girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destnîşankirin.
“4’ê çileyê ji bo Azadiya Rêber Apo em dengê xwe bilind bikin”
Her wiha hate xwestin mafê hêviyê bi cih were anîn û Rêber Apo azad bibe. Bang li herkesî hate kirin ku 4’ê meha Çile roja Yekşemê werin cem hev û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.



