Beriya demekê dadgehkirina Kampaniya Lafarge ya Fransî ya Çemento bi tohmeta fînansekirina terorîzmê li Sûriyê hat lidarxistin.
Îro, Dozgeriya Giştî ya Fransayê daxwaz kir ku cezaya zêdetirî milyarek euro li kampaniyê, were birîn.
Dozgeriya Giştî da zanîn ku ji bilî cezaya zêdetirî Milyarek Euro wan daxwaza 30 Mîlyon Euro û cezayên gumrikî jî ji Kampaniyê kiriye.
Her wiha ji bo heşt rayedarên berê cezayê girtîgeha 8 salan di nav wan de rêveberê kampaniyê Bruno Lafont برونو لافونت ku cezaya 6 salan, tevî 225 hezar Euro û 10 sal qedexeya kar bi awayekî giştî, lê hat birîn:
Li kêleka wî jî navbeynkarê Sûrî Fîras Tlas ê ku xiyabî tê darizandin û bi fermana girtina navneteweyî tê xwestin.
Tê zanîn ku ev ceza yek ji cezayên herî giran di dîroka kampaniyên Fransî de ye.



