Yekitiya Peymankarên Girkê Legê kongreya xwe ya 2ˊyemîn li hola Sendîkeya Karkeran a Rimêlanê li dar xist.
Di kongreyê de li ser navê TEV-DEMˊê Ebduselam Mehmûd lidarxistina kongreyê pîroz kir û diyar kir ku ev civîn ji bo dilsoziya bi fedakariya şehîdan hat lidarxistin.
Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Kosa jî da zanîn ku kongreyek bi vî rengî ji me re gavek pîroze.
Beşdaran jî dan zanîn ku pêwîstî bi piştgiriyê ji hêla Rêveberiya Xweser û şaredariyan ve heye.
Piştî axaftinan, rapora salê ji hêla hevserokê Yekitiya Peymankarên Girkê Legê Sultan Ehmed ve hat xwendin.
Herî dawî hevserok û endamên nû ji Yekitiya Peymankarên Girkê Legê hatin hilbijartin.



