Rêveberiya Sotemeniyê li kantona Reqayê dest bi belavkirina mazota germkirinê ji bo 11 hezar malbatên bajarokê El Sebxa û gundewarê wê kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo her malbatekê 300 lître mazota germkirinê bi buhayê 325 lîreyî diyar kiriye.
Li gorî berpirsê belavkirina mazotê yê El Sebxeyê, di nava 2 rojan de wan mazot li 2 hezar malbatan belav kiriye.
Her wiha da zanîn ku hejmara malbatên ku dê mazot ji bo wan were belavkirin 11 hezar e.
Tê payîn ku belavkirina mazotê di nava hefteyekê de bi dawî bibe.
Şêniyên El Sebxayê jî ji Meclisa Rêveber a Reqayê xwest stasyoneke din a sotemeniyê were vekirin da ku barê stasyona bajêr sivik bibe.



