Îro, kesayeta neteweyî Mihemed Baqî Kotê yê ji bajarê Til Temirê di temenê 65 saliyê de, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Malbata Kotê di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê de 38 şehîd dane.
Mihemed Baqî Kotê di rêwîtiya xwe de gelek erk di saziyên Rêveberiya Xweseriya de wergirtin, herî dawî jî hevserokê Komîteya Olî ya bajarê Til Temirê bû.
Baqî Kotê bi rola xwe ya civakî û niştîmanî, helwestên xwe yên piştgiriya nirxên jiyana hevbeş û aştiya navxweyî dihat nasîn.
Bi koça wî, bajarê Til Temirê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji kesayetên wateya fedakarî û berxwedanê bi cih aniye ji dest dide.
Mihemed Baqî Kotê li şûna xwe mîraseke têkoşînê û mirovahiyê hişt û wê di bîra xelkê herêmê de zindî bimîne.



