Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şevbuhêrkek ji bo xwendina kurteçîrokên di Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokên serketî a 2ˊyemîn hat lidarxist.
Şevbuhêrk li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê pêk hat.
Di şevbuhêrkê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kotê axivî û diyar kir ku çîrok di çanda Kurd de girîng e.
Divê her kes çîrokan bixwîne.
Divê em mîrasa wî vejînin.
Her wiha hejmarek kurteçîrokên serketiyan yên bi zimanê Erebî , Kurdî hatin xwendin.
Di dawiyê de asta serketiyan di kurteçîrokan de hatin ragihandin, spasiya amadebûyan û nivsîkaran hat kirin.



