Li bajarê Ceremana yê Şamê dengê teqînê hat bihîstin.
Derbarê encamê teqîne de, tu agahî nehatin parvekirin.
Çavkaniyên ji Şamê diyar kirin ku li bajarê Ceremana dengê teqînê li tevahî bajêr hat bihîstin.
Li gorî agahiyan, sedema teqînê ew e ku mayînek li nêzî dêrekê hatibû çandin teqiyaye.
Hate zanîn ku endamên yekîneyên endazyariya leşkerî ên Hikumeta Veguhêz nikarîbûn mayînê bê bandor bikin.
Lewam wan mayîn avêtin bîrekê û di encamê de teqiya.
Li Şamê navendek şûnewaran û belgekirina arkeolojîk hat dizîn
Li aliyê din, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku navendek şûnewaran û belgekirina arkeolojîk li Şamê hat şêlandin.
Çavdêriyê diyar kir Mala “Zeyîn El Ebdîn” ya weke navendek ji bo belgekirina şûnewaran tê nasîn, 3 komputer, 2 kamera û kabloyên kehrebê jê hatin dizîn.
Çavdêriyê bibîrxist ku beriya niha jî avahiya “Beyt Xalid El Ezim ” ya li rex mala nav bûrî, beriya niha hate şewtandin.
Di dema bûyerê de, 6 peykerên demên pir kevnar ji Muzexaneya Wetenî ya Şamê hatin dizîn.



