Xwendekarên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro bi girseyî daketin qadana û daxwaza rakirina dorpêçê kirin.
Her wekî gotin; roj bi roj ev dorpêç karîstan bi xwe re tîne, êdî dabar li dibistana di vê sermê nema dibe.
Ev girseya xwendekarê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd e.
Bi vê girseyê û bi van dirûşmeyan xwendekar herikîn qadan û daxwaza rakirina dorpêçê û destûrdayîna ketina sotemeniyê kirin.
Her wekî daxwaza pêkanîna peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz û Meclîsên Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de kirin.
Li Helebê dayikên aştiyê dorpêça Hikumeta Veguhêz şermezar kirin
Dayikên aştî û şehîdan ên Helebê jî bi daxuyaniyekê dorpêça li ser her du taxan şermezar kirin.
Dayikan dan zanîn ku berdewama siyaseta dijminatiyê xizmeta gelê Sûriyê nake “Ji ber ku pêkhateyên li vê taxê tevaneke sûrî ya kevin û hevgirtineke nîşan didin.



