Binpêkirinên Hikumeta Veguhêz li parêzgeha Siwêdayê berdewam in.
Îro jî hêzên hikumeta veughêz a Sûriyeyê bi dron û hawanan êrîşî bajarokê Mecdel ê gundewarê rojavayê Siwêdayê kir.
Di encamê de birînder hene û gelek zerarên madî çêbûne.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ya Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragehand ku Hêzên Hikumeta Veguhêz bi dironan êrîşî malên sivîlan kirin û 6 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên hikumetê bi desteka dronan û hawinan hewl dene bikevin bajêr lê hêzên Siwêdeyê li du eniyan bersiva êrîşê daye.
Li gor daxuyaniyê, binkeyeke avêtina hawanan hatiye têkbirin û êrişkar paşde vegeriyan.



