Mejiyê faşîst û şovenîst ê dewleta Tirk ruhê welatiyên wê yên Tirk jî nexweş xistiye.
Li hemberî Kurdan, nirxên Kurdan çi qadek hebe tê de bi gotinên tewş, cahilane û qirker êrîşî Kurdan dikin.
Bûyera herî dawî di nava raya giştî ya Kurd de di maçeke fûtbolê ya Bursaspor û Somasporê çêbû.
Di vir de alîgirên Bursasporê di dema lîstikê de bi rengekî navendî di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan kirin.
Li ser vê yekê, ji çar aliyên Kurdistan û derveyî welat li dijî vî mejiyê reş ê Tirkan, Kurdan, demokratan, sosyalîstan û femînîstan nerazîbûn nîşan dan.
Di 16’ê Kanûnê de maça fûtbolê ya Bûrsaspor û Somasporê hebû. Ruxmî ku ti eleqeya vê maçê bi Kurd, Kurdistan û Leyla Zana tine ye jî, ji trîbûnên Bursasporê xeberên cinsiyetperest bi navê siyasetmedara Kurd Leyla Zana hatin berzkirin.
Serokê Bûrsasporê li ser nerazîbûnan daxuyaniyek da û tê de li şûna ku lêborîna xwe bixwaze ket nava parastina nêzîkatiya cinsiyetperest, şovenîst û nîjadperest a alîgirên xwe. Gihand asteke gefxwarina li dijî Kurdan, sazî û dezgehên wan.
Li ser vê yekê, saziyên futbolê yên Kurdistanî, saziyên civaka Kurd, hiqûqnas û siyasetmedaran nerazîbûna xwe nîşan dan. Bang li Federasyona Futbolê ya Tirk û hikumeta dewleta Tirk kirin ku li dijî vê bûyerê bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.
16 baroyên hiqûqê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin berpirs bên diyarkirin û ceza li wan bên birîn.
“Leyla Zana rûmeta me ye”
Li ser medyaya dijîtal bi navê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye” nerazîbûn bi gotinên tûj hatin îfadekirin. Parlamenterên Dem Partiyê zimanê Bursasporê red kirin û xwestin demildest pêvajoya dadgehê dest pê bike.



