Birîtanyayê kes û komên ku sûc li Peravê û di aloziya Sûriyê de kirine, ceza kirin.
Di biryara Birîtanyayê de, navên “Mihemed Casim Ebû Emşa û Syef Polat Ebû Bekir derbas dibin.
Hevdemî hewldana spîkirina rûyê wan ji hêla Hikûmeta Veguhêz ve, biryareke Birîtanyayê wekî birûskê bi ser komên çete ve tê.
Bi tawana pêkanîna sûcan li dijî sivîlên Peravê û Aloziya Sûriyê de, 3 kom û 6 kes ji hêla Birîtanyayê ve tên cezakirin.
Mihemed Casim Ebû Emşa, Seyf Polat Ebû Bekir, Xeys Delê, Miqdad Fetha, Midlele Xûrî û Îmad Xûrî dikevin ber cezayan.
Li tenişta vê yekê, komên çete Sultan Murad, Silêman Şah û Hemzat hatine cezakirin.
Di biryara Birtînyayê de tê gotin ku “Rêkarên me li dijî kesên ku meha adarê beşdarî tundiya li perava Sûriyê û hem jî sûc di aloziya Sûriyê de pêk anîne, tên sepandin” (QALIB BIDIN)
Ev ceza dê ” Derketina ji welat qedexe dike, mal û milkan dicemidîne” (QALIB BIDIN)
Hersê komên çete û bi wan re, Ebû Emşa û Seyf Polat, beşdarî êriş û komujiyên li Efrînê bûne û heta wekî vê gavê jî ji hêla dewlewta Tirk ve tên birêvebirin.
Lê belê, di nava Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz de jî cihê xwe digirin û her yek ji wan Firqeyekê bi rêve dibe.
Ebû Emşa berpirsê Firqeya 62’an a li Hemayê û Seyf Polat jî berpirsê firqeya 76’an e.
Berî niha Amerîka û Yekîtitya Ewropayê jî herdu kes di nava lîsteya cezayên xwe de bi cih kiribûn, lê tevî vê jî çend caran li gel Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şeri civiyane.
Bi dehan rêxistitnên mirovî û navneteweyî sûcên kes û komên cezakirî belge kirine û li hemberî erkdarkirina wan di nava Hikûmeta Veguhêz de bi hêrs in.
Piştî vê biryara Birtînayayê, gelo wê ev çete di nava Hêzên Hikûmeta Veguhêz de bimînin an wê wan bidin aliyekî?



