Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê radibe û rûdinê dev davêje Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan dixwe.
Parlementerê DEM Partiyê Cengîz Çandar diyar kir zimanê Hakan Fîdan pêvajoyê jehrî dike û bang li Erdogan kir ku guhê wî bade.
Çandar diyar kir zimanê Hakan Fîdan yê derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zirarê dide pêvajoyê.Her wiha bal kişande li ser gotinên wî yên li dijî QSD’ê û got,
“Ev zimanê gef xwarinê ye. Ev ziman dikare pêvajoya li Tirkiyê jehrî bike. Ma hûn ê bi vî zimanî xwişk-biratiya Kurd û Tirkan pêk bînin.”
Çandar bang li Erdogan kir: Guhê Hakan Fîdan bade
Cengîz Çandar ev bang li Erdogan kir, “Guhê wezîrê xwe yên karên derve badin. Zimanê ku Fîdan bikartîne, gotinên ku dike û gefên ku dixwe dilê bi mîlyonan Kurdan dişkîne.”
“Eger hûn Kurdên li Sûriyê biêşînin, hûn ê Kurdên li Tirkiyê biêşînin”
Çandar rexne li helwesta Tirkiyê ya derbarê Peymana 10’ê Adarê kir û got,
“Li şûna ku Tirkiye zimanê gefê bikarbîne divê piştgiriya pêkanîna peymanê bike. Eger hûn Kurdên li Sûriyê biêşînin hûnê Kurdên li Tirkiyê biêşînin û wê pêvajo neçe serî.



