Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Sûrîyeyê operasyoneke leşkerî ya berfireh, bi navê “Çavê Baz” dest pê kirin, û êrişên hewayî yên berfireh li dijî çeperên DAIŞ`ê li rojhilatê Reqayê û rojavayê Dêrazorê pêk anîn.
Hêzên DYA`ê operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî çeteyên DAIŞê li Sûrîyeyê, bi navê operasyona “Çavê Baz” dest pê kirin.
Wezîrê Parastinê yê DYA`ê Pete Hagsett ragihand ku armanca êrişan hilweşandina binesaziya DAIŞ`ê, têkbirina hêza wê ya çalakiyê û pêşîgirtina li vejîna wê ye.
Hagsett diyar kir ku operasyon berdewam e û giranî dide ser jiholêrakirina çekdarên DAIŞ`ê ku cihekî ewle ji wan re nemîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump operasyon wekî “bersiveke dijwar û bi êş” a li hember êrişa li Tedmurê bi nav kir, û diyar kir ku armanc ew bû ku ev êriş peyamek biryardar ji DAIŞê re bişînin.
Di daxuyaniyekê de li ser platforma “X”, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkayê “êrişek berfireh li dijî binesaziya DAIŞ`ê û cihên çekan ên li Sûriyeyê” dane destpêkirin, û diyar kir ku operasyon piştî êrişa ku di 13`ê Kanûnê li ser hêzên Amerîkayê hat kirin, pêk hatiye.
Wall Street Journal li ser zimanê rayedarekî Amerîkî got ku di operasyonê de ji bilî helîkopterên Apache û mûşekên HIMARS, balafirên şer ên F-15 û A-10 hatine bikar anîn.
Di 13`ê Kanûnê de hêzên Amerîkayê li herêma Tedmurê ya Sûriyeyê rastî êirişeke çeteyên DAIŞ`ê hatin, di encamê de 2 leşker û wergêrekî sivîl ên Amarîkî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.



