Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku li Sûriyê 70’ê baregeh û cihên DAIŞ’ê hatin bombebarankirin.
Amerîka got, emê êrişên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bidomînin.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniyek de ragihand ku şeva borî li deverên cûda yên Sûriyê 70 baregeh û cihên DAIŞ’ê hatin bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bombebaran ji aliyê balafirên şer û balafirên bê mirov ve pêk hat.
Her wiha hate diyarkirin ku di encama êrişê de cih û depoyên çekan yên DAIŞ’ê hatin hilweşandin.
Di dawiyê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê got, emê êrişên xwe yên li ser komên ku ziyanê digihînin Amerîkayê û hevpeymanên wê bidomînin.
Li dijî DAIŞ`ê li Sûriyeyê operasyona “Çavê Baz” dest pê kir



