Roj bi roj zext û gefên rejîma Îranê yên li ser gel zêde dibin.
Hêzên Îranê xwendevanek zanîngeha Urmiyeyê, bi dar ve kir.
Li gorî medya Îranê, xwendevanek beşa mîmariyê yê bi navê Eqîl Kişawerzî 27 salî ye, li zanîngeha Şahrod dixwend, li girtîgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bi sucdariya ‘alîkarî daye neyarên Îranê’ hatiye darvekirin.
Li gorî heman çavkaniyê Eqîl, di 17’ê vê mehê de ji bo were darvekirin rejîma Îranê ew xistibûn hucreyek kesî.
Her wiha hate gotin ku malbata Eqîl ji Esfehanê çûbûn Urmiyê, ji bo serdana cara dawî.
Tê gotin niha rewşa dayîka Eqîl nebaşe.
Hêjayî gotinê ye di dema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, xwendekar Eqîl Kişawerzî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin.
Eqîl li girtîgeha Urmiyeyê dihate ragirtin, piştre ket ber lêpirsînê û cezayê darvekirinê lê hat birîn.



