Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê êrîşa nîjadperest û zayendperest a li dijî Siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir û wiha got:
“Em dizanin ku ev êrîş di şexsê Leyla Zana de êrîşeke li dijî jinên Kurd e”.
Platformê diyar kir ku di şexsê Leyla Zana de têkoşîna gelê Kurd û jinên Kurd hatiye hedefgirtin û wiha got:
“Weke ku tê zanîn ev demeke ji bo aştî, jiyaneke wekhev û azad û xurtkirina xwişk-biratiyê di navbera gelan de pêvajoyeke tê meşandin û li ser vê bingehê gav têne avêtin.
Lê weke di her pêvajoyê de, aliyên ku aştiyeke bi rûmet û wekhev naxwazin xwe didin der.
Em ê li dijî van aliyên nîjadperest, tu carî gav ji têkoşîna xwe ya azadîxwaziya jinê didin, paşde neavêjin.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan, gelê Tirkiyê û hemû pêkhateyan kir ku doza aştî û jiyaneke bi rûmet bikin.



