Şandeya Amerîkî serdana meclisa sivîl a Reqayê kir

Şandeya kongresa Amerîka di çarçoveya gera xwe ya li bakurê Sûrî de, serdana Meclisa Sivîl a Reqayê kir. Endamê şandeya Arîkayê Ralph Abraham ji ber tevgera zindîbûna li Reqayê keyfxweşiya xwe anî ziman. Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî yê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebd El-Selam Hemsorik jî dest nîşan kir ku ji bo piştgiriyê, Abraham sozên mezin dane wan.

Endamê Partiya Komarparêz ê di Kongressa Amerîka û serokê Komîteya Parastina Kurdan di Kongresa Amerîkî de Ralph Abraham û şandeya pêre gera xwe ya li bakur û rojhilatê Sûrî didomîne.

Şandeya Amerîkî îro serdan Meclisa Sivîl a Reqayê kir.

Ralph Abraham diyar kir ku li Reqayê tiştên mezin çêbûne û şênî jî vegeriyane malên xwe.

ABRAHAM: EZÊ NAMEYA AVABÛNA LI REQAYÊ BIBE AMERÎKA

Abraham îşaret bi xebatên jinûveavakirina Reqayê jî kir û da zanîn ku ewê vê nameyê bibe Amerîka.

Her wiha dest nîşan kir ku herî zêdê zarok û lîstokên wan ew kêfxweş kiriye.

Abraham balkişand ser têkoşîna gelê Kurd jî û wiha got:

Me têkoşîna Kurdan dît.

Ez ê endamên din ên kongressê bînim vir da ku tiştên ku li ser serê Kurdan tê kirin bi çavê xwe bibînin.

Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî yê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebd El-Selam Hemsorik jî civîn bi erênî bi nav kir û diyar kir ku Abraham sozên mezin ji bo dewamkirina piştgiriyê daye wan.

ABRAHAM JI BER PARASTINA EWLEHIYA HERÊMÊ SPASIYA QSD’Ê KIR

Doh jî Ralph Abraham û şandeya pê re, serdana Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî kir.

Abraham ji ber ku ewlehiya herêmê parast, spasiya QSD’ê kir û diyar kir ku wê Koalîsyona Navneteweyî piştgiriya bi QSD’ê re bidomîne.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî spasiya senator Ralph Abraham kir û serdan bi girîng pênase kir.

Back to top button