Li Hemayê li dijî malbatekê êriş hat kirin, di encamê de 2 kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Têkildarî mijarê Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên li ser motorê bûn, malbatek li gundê Sebûra yê Selemiyê gulebaran kirin.
Çavdêriyê diyar kir ku di seetên sibehê de, dema malbat li nêzî mexferek Hikûmeta Veguhzê bûn, êriş pêk hat.
Di encama êrişê de, kesek hat kuştin û 5 kesên din bi giranî birîndar bûn.
Li gorî çavdêriyê kesên birîndar, rakirin nexweşxaneya Selemiyê.
Bi daxuyaniyek cuda, Çavdêriya Mafê Mirovan da zanîn ku di seetên berî êvarê de kesek din ji ber birînên di êrişa gundê Sebûra de , jiyana xwe ji dest da.
Çavdêriya got, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibin, ji ber ku kesên li nexweşxane di sîngê an jî di zikê xwe de birîndar bûne hene.
Li Idilibê mayînek şer teqiya: Ciwanek birîndar bû
Li aliyê din li bajarê Mere Numan Şerqî yê Idlibê, mayînek şer teqiya.
Di encamê de, ciwanek bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaniya Idilibê.



