Wezareta Karên Derve ya Brîtnyayê ceza li hejmarek serçete û 2 karsazên rejîma Baasê birîn.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku cezayên ku Brîtanyayê ferz kirine gaveke girîng.
Komîteyê cezayên ku Brîtanyayê li dijî serçeteyan û karsazan birîne, yên ku li dijî sivîlên li Sûriyê binpêkirin kirine, pêşwazî kirin.
Komîteyê diyar kir ku ev gav ji bo xurtkirina pêvajoya hesabdayîn û pêşîlêgirtina bêcezakirina kesên binpêkirinan dikin girîng e û got:
Ev gav tê wateya ku aliyên navneteweyî bi sûc û binpêkirinên ku li dijî gelê Sûriyê, di nav de koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatine kirin, îtîraf kirine.
Dadmendiya ji bo qurbaniyan û hesabpirsîna ji bo hemû sûcdaran, bingeha rastîn a her aştiyeke adilane û mayînde li Sûriyê ye.



