Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrişa faşîzane û zayendperest a ku li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zana hat kirin, bi tundî şermezar kir.
Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûr’ê derbarê mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Jin ruxmê hemû êrişên zayendperestî û bêrûmetiyê jî di her qada têkoşînê de bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ radibin.”
Meclîsa Îştar da zanîn ku li hemberî van êrişên li dijî jinan, ew bersiva herî xurt di rêxistinkirina jinan de dibînin û wiha anî ziman:
Sekn û êrişên hinek komên li dijî pêvajoyê disekinin di van rojan de zêdetir xwe didin der.
Bi taybetî li hemberî jinên weke Leyla Zana ku di dîroka gelê Kurd de roleke pir girîng lîstine.
Em bêrêziya koma faşîstên nijadperest a li hemberî Leyla Zana, li hemberî hemû jinan dibînin.
Em bang li hemû jinan û civakên xwedî rûmet dikin ku li hemberî vê êrişa zayendperest bibin xwedî helwest.



