Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi paqijkirina goristana Cihûyan kir.
Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro li ser daxwaza civaka Mewsewî ya Cihûyan dest bi paqijiyê kir.
Xebatên paqijkirina goristanê ku firehiya wê nêzî hezar mître ye dê rojekê dewam bike.
Li taxê zêdetirî 300 kêlên gorên Cihûyan hene ku nivîsên bi zimanên cihî û hin bi ingilîzî li ser hene.
Li gorî hejmarek ji niştecihên resen ên Şêxmeqsûdê, goristan nêzîkî 90 salî ye.
Di sala 1935’an de li cihê xwe yê niha hatiye avakirin.
Hejmarek gor ji goristaneke berê ya li taxa Hemîdiyê bo wir hatine veguhastin.



