Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basil Hisên, endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Ebîr El Xilêf û endamê Meclisa Rûspiyan Ehmed Temê yên salek berê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatin bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo bîranîna her sê şehîdan merasîmek li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê li dar xist.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê HPC’ê yê Til Birakê Elî El Ehmed di kesayeta her sê şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîdên me sembola têkoşîn û berxwedanê ne û mînake jiyan, hêz û israrê ne.”
Elî El Ehmed bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrînê û diyar kir ku vê berxwedanê Erdogan û çeteyên wê tirsand.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Buşra El Helûş jî bal kişand ser rola şehîdan di avakirina jiyaneke azad û bi rûmet de û ev li axaftinên xwe zêde kir “Em şehîd Ebîr keça bajarê Til Birakê ya ku bû sembola azadiya jinên Ereb bi bîr tînin.
Ji ber vê yekê divê hemû jinan têkoşîna Ebîrê wekî mînak esas bigirin û têkoşînê ta azadiyê mezin bikin.”
Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.



