Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Egîd Tolhildan re xwest.
Di bin konê sersaxiyê de merasîmek pêk hat. Piştî rêzgirtinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn Ehmed axivî û banga hevgirtin, têkoşîn û parastina nirxên şehîdan kir.
Şêrîn Ehmed di dewama axaftina xwe de pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî wekî rêya yekane ya bidawîkirina şer û binpêkirinên li dijî gelan bi nav kir.
Endama PYD’ê Şehnaz Ebdo jî axivî û diyar kir ku şehîdan jiyana hevbeş watedar kirin û bi saya keda wan civak bi ewle û aştî dijî.
Şehnazê di dawiya axaftina xwe de banga parastina destkefityên şehîdan kir.
Merasîma sersaxiyê bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



