Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şamê re civiyan.
Civîn ji bo nîqaşkirina mekanîzmeyên xebatên nûnertiyê û geşedanên heyî li Sûriyê û herêmê pêk hat.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hisên Osman bi Dr, Ebdulkerîm Umer re û Endamê Desteya Rêveber a nûnertiyê Reşad Hisên re hevdîtin kirin.
Her du aliyan rewşa Sûriyê bi giştî piştî hilweşandina reşma Baasî, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kirin.
Behsa mekanîzmeya xebatên nûnertiyê, hevdîtin û serdanên ku bi hêzên siyasî û niştîmanî pêk tînin, kirin.
Her wekî behsa girîngiya peymana 10’ê Adarê û xebatên ji bo biserxistina wê jî hatin ziman.
Ev gav di çarçoveya xebatên ku destekê dide avakirina Sûriyeke demokratîk, dadwer ku mafên hemû pêkhateyan garante dike, hate kirin.
Dawiyê, tekezî li ser girîngiya berfirehkirin û xurtkirina têkiliyan bi beş û hêzên din ên Sûriyê re, nêrîna ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî hate kirin.



