Ji bo şêwekarên kantona Cizîrê, îro li bajarê Qamişlo pêşangeheke hat vekirin.
Ev pêşengeh ji bo piştgiriya şêwekaran û balkişandina ser tevgera çand û hunera herêmê hatiye vekirin.
Li pêşengehê hunerên 71 şêwekaran ku wê di nava 3 rojan de bên pêşandan hene.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û got:
“pêşangeh yek ji destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna 14 salan e.
Şero anî ziman ku tevî zehmetiyan jî Rêveberiya Xweser piştgiriya çalakiyên çandî û hunerî didomîne û hewl dide di demên pêş de bi pêş bixe.



