Ji dema ketina rejîma Baasê ve heya niha di nava salekê de, 50 gorên komî li sûriyê hatine dîtin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûryê ragihand ku di 50 gorên komî de, bi kêmanî 2 hezar û 865 cenaze hatine dîtin.
Gorên komî yên hatine vekirin, ji sala 2011’an û şûnde ne.
Ev gor zêdetir li Dera, Hums, Hema û Dêra Zorê hatine dîtin.
Di nav cenazeyan de jin û zarok hene, heman demê bi sedan kesên ku hatine kuştin an jî bi darê zorê hatine windakirin e.



