Bi boneya Cejna Noelê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Helebê daxuyaniyek ji bo ewlehî û aramiya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyid belav kir.
Hêzên Ewlekariyê bi boneya sersalê gelek tedbîrên ewlehiyê girtine.
Hat diyarkirin ku erebeyên mezin û navîn ji roja Sêşemê 30 vê mehê heta roja Pêncşemê 1’ê Çileya 2026’an qedexeye derbasî hersê taxan bibe ango liv û tevgerê bike.
Heman demê de jî liv û tevgera motorsiklêtan jî qedexeye.
Her wekî qedexekirina berdana guleyan di nava hesrê taxan sepand.
Hêzên Ewlekariyê dibêje kesê ku dûrî biryarê bikeve û pêk neyîne, dê lêpirsîn jê were xwestin.



