Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Dêrazorê ji bo nirxandina xebat û çalakiyên salekê civiya.
Di civînê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe kirin, herî zêde bal kişandin ser komînên jinan ku weke stûna bingehîn a birêxistinkirina civakî ye.
Beşdaran zehmetiyên jinan jî nîqaş kirin û diyar kir ku dengê jinan di qonaxa nû de, dengekî xurt e.
Civîn bi van biryaran bi dawî bû:
Aktîvkirina rola jinan bi rêya dewreyên perwerdê.
Ji bo misogerkirina parastina mafên jinan û şopandina dozên wan, aktîvkirina nivîsgehên qanûnî di nav hemû desteyên jinan de.
Aktîvkirina nivîsên jinan di nav meclisên bajar û bajarokan de.
Her wekî bal kişandin ser çareserkirina pirsgirêkên jinan û dabînkirina pêdiviyên wan bi awayekî rasterast di nav saziyên herêmî de.



