Li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr jî di êrişeke çekdarî de 10 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Polîsên Afrîkaya Başûr îro ragihand ku çekdaran li nêzîkî bajarê Johannesburg êriş kirine û di encamê de 10 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.
Polîsan ragihand hin kes bi awayekî bêserûber li kolanan ji hêla kesên çekdar ve hatine gulebaran kirin.
Polîsan diyarkirin 6’ê kanûnê, jî çekdaran li bajarê Pretoriayê êrişî maleke karkeran kirin, zarokekî 3 salî di nav de 11 kes kuştin.



