Li ser bendek kontrolê yê Tedmurê Hêzên Hikûmeta Veguhêz 2 welatiyên kurd girtin e.
Welatiyên hatine girtin Hemîd Selman Mehmûd û Şêxo Fêsel Xelîl e, her du jî ji bajarê Qamişlo ne.
Çekdaran Hemîd û Şêxo birin cihekî nediyar û heta niha derbarê sedemên girtinê û çarenûsa wan ti agahî tune ne.
Ev ne cara yekemîne ku kurd li ser bendên kontirolê têne revandin.
Hikêmeta Veguhêz a Sûriyê bi van kiryaran hewl dide tevlîhevî û aloziyê zêdetir bike.
Her weha bi van bûyeran fikarên zêde li ser nijad-perestiyê çêdike.



