Amerîkayê dest danî ser tankereke din ya petrolê ya Venezuelayê.
Venezuelayê jî bertek nîşan da û weke dizî pênase kir.
Amerîkayê ragihand ku wan dest danîye ser tankereke petrolê ya ku ji Venezuelayê vediqetiya.
Di nava vê mehê de, ev tankara duyemîn e ku Amerîka dest datîne ser.
Ev yek piştî daxuyaniya roja sêşemê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku diyar kiribû di çarçoveya pêkanîna cezayan de, wî ferman daye ku li dijî tankerên petrolê dorpêçê pêk bînin.
Venezuealyê jî destdanîna ser tankera petrolê, weke revandin û dizîn bi nav kir.
Rêveberiya Venezuelayê diyar kir ev çalakî wê bê ceza nemînin û hate diyarkirin ew ê giliya vê yekê li Konseya Ewlehiyê ya NY û hikûmetên cîhanê bikin.



