Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Salih El Kino defin kir û merasîmek xiyabî ji bo şehîd Luey Ehmed Xidêr li dar xist.
Salih El Kino di 16ˊê Kanûna 2025ˊan de di encama krîza dil de û Luey Ehmed Xidêr di teqîna bermahiyek DAIŞˊê de, di 22ˊê Mijdara 2025ˊan de şehîd bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Egîd Sekar axivî, behsa rola şehîdan di avakirina jiyana birûmet ji gelê herêmê kir.
Li aliyekî din jî ji fermandarên Hêzên Xweparastinê yên Cizîrê Yasir El Dehwa diyar kir ku hêzên leşkerî yên li herêmê bi şev û roj parastina gelê herêmê dikin.
Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk endamê kongreyê Taha El Hemîd li ser têkiliyên civakî yên di navbera pêkhateyên herêmê de axivî.
Merasîm bi xwendina wesîqeyên her du şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.



