Li Fransayê, şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Di merasîmê de, peyama dilsoziya bi şehîdan re û pêk anîna hêviyên wan hate dayîn.
Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di 23’yê Kanûna 2023’yan de di encama êrişekê de, li Parîsê şehîd bûn.
Ji bo bîranîna wan bi beşdariya Kurd û dostên wan li Navenda Çanda Kurd a Bordeaux’yê merasîmek hat lidarxistin.
Kesên axivîn diyar kirin ku êrîşa li Parîsê ya li dijî Kurdan ne bûyereke şexsî bû, lê ew êrişek li dijî hebûn, çand û têkoşîna demokratîk a gelê Kurd e.
Her wiha hate destnîşankirin ku bêdengiya li hember hedefgirtinan, êrişên li ser Kurdan zêde dike û banga eşkerekirina sûcdaran hate kirin .
Beşdaran got, divê saziyên Ewropayê û bi taybet Fransa li dijî êrîşên nijadperest û nefretê helwesteke xurtir nîşan bidin.



