Li paytexta Rûsya Moskowê di êrişeke bombeyî de generalekî bi navê Fanil Sarvarov hate kuştin.
Derbarê buyerê de Komîteya Lêpîrsînên Sûcên Giran a Rûsyayê daxuyanî da û diyar kir li başûrê Moskowê general Fanil Sarvarov di encama teqîna bomebeyeke ku li wesayîta wî hatiye bi cih kirin de miriye.
Hate diyarkirin derbarê buyerê de lêpîrsîn hatiye destpêkirin.
Hate gotin dibe ku li pişt êrişê servîsên îstixbaratê yên Ûkraynayê an jî hêzên taybet yên vî welatî hebin.
Bi vê re, di nava salekê de 3 generalên Rûsî ji ber êrişên sûîqastê hatin kuştin.
Hate diyarkirin Sarvarov ku temenê wî 56 sal bû, di fermandariya giştî de serokê daîreya pewerdeyên operasyonî bû.



