Hikumeta Nîjerya ragihand ku wan 130 xwendekarên ji aliyê çekdaran ve ji dibistaneke Katolîk hatibûn revandin, bi operasyonek taybet vegerandin.
Li Nîjerya her sal bi sedan xwendekar ji hêla komên çekdar ve tên revandin û kuştin.
Desthilata Nîjeryayê da zanîn, 130 xwendekarên ku di mijdara borî de ji hêla çekdaran ve ji dibistaneke Katolîkan a li Eyaleta Nîjer a li bakurê Nîjeryayê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.
Berdevkê Serokatiya Nîjeryayê Sundayî Darî diyar kir ku tevahî xwendekarên hatibûn revandin, hemû hatin rizgar kirin.
Di dawiya mijdara borî de çekdaran êrişî Dibistana Mari ya keç û xortan kiribû di encamê de bi sedan xwendekar û karmendên dibistanê revandibûn.



